Alî Abdullahî Alîabadî diyar kir ku tiliya hêzên Îranê ‘li ser tetîkê ye’ û peyamên tund da Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) û mutefîkên wê.
Alîabadî ji medyaya dewletê ya Îranê re axivî û got, “DYE û mutefîkên wê divê car din ti şaştiyeke hesaban yan jî stratejîk neke.”
TRUMP: PÊŞKETINÊN ERÊNÎ HENE
Daxuyanî piştî gefên nû yên Serokê DYE’yê Donald Trump ên li hemberî Îranê, hate dayîn.
Trump roja duşemê daxuyanî da û îdîa kir ku eger muzakereyên nukleer negihijin encamê, Îran dibe ‘tam tune bibe’. Trump got, “Ji bo Îranê dem kêm maye, eger bilez tevbigere wê baş be.”
Li aliyê din Trump li Qesra Spî daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku hin mutefîkên wan ên li Rojhilata Navîn jê re gotine ku pir nêz bûne bi Îranê re li hev bikin.
Trump got, “Di van hevdîtinan de pêşketinên pir erênî hene. Eger em van bêyî bombeyan çareser bikin, ez ê kêfxweş bim.”
‘DEST JI ÊRÎŞA KU DIHAT PLANKIRIN ROJA SÊŞEMÊ PÊK WERE, HATE BERDAN’
Trump her wiha li ser hesabê xwe yê Truth Social ragihand ku li ser daxwaza welatên Kendavê dest ji êrîşa ku dihat plankirin roja sêşemê li dijî Îranê pêk bîne, berdaye.
Serokê DYE’yê bilêv kir ku eger tevî vê yekê jî peymaneke guncaw çênebe, “Washington amade ye li dijî Îranê êrîşeke berfireh pêk bîne”.
Tê diyarkirin ku ji ber bernameya nukleer a navbera DYE û Îranê û geşedanên herêmî, hevdîtin didomin.